Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
hunermendên kurd yên hêja ku şopînerên wan ne zêde ne - tirşik
hunermendên kurd yên hêja ku şopînerên wan ne zêde ne
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hunermendên ku nav kurdan de navdar in û stranên wan bi milyonan tên temaşe kirin lê li ser medya civakî şopînerên wan pirr kêm in.
Ez carnan li ser youtube temaşekirina wan vîdyoyên hunermendên kurd dibînim û dikevim şikê gelo kî wan strana temaşe/guhdar dike.Ji ber ku ev hunermendên kurd li ser twitter, facebook , tiktok , instagram xwediyê pirr hindik şopîneran in.
(bnr: kurdên ku her tiştî dizanin lê li ser medya civakî nizanin bibin yek)



23.04.2020 14:29 | brzn

2. Hunermendên me qurbana populîzmê kirî ne. Îro em dibînin li ser tora civakî hêzek mezin li pişt hinek kesên berhemên wan ji serî heta binî beredayî û ji karê hunerî dûr heye. Lê mixabin çend hunermendên me yên karên hunerî û biwesp dikin ji ber vê penceşêra populîzmê û dûrîtîya xelkê ya ji hunerê winda dibin û diçin. Ez ê Çend navan ji we re binivîsim herin guhdarî bikin û ji xwe şerm bikin..
-Vedat Taniş
-Ferit Sevim
-Agît Işik
-Mucahît Goker
-Teq û Req
-Rockurd



23.04.2020 18:46 ~18:46 | lîfikê firaxê

3. bi rastî jî mijareke balkêşe, bi piranî li ser twîttere kesên ku şev û biroj, ji twîttên 'rojbaş û gûnaydin' an jî 'navê vê çi ye' pê de tiştekî nanivîsin bi hezaran şopînerên wan hene. Lê hunermendên Kurdan he nehatin nasîn jî, mixabin.

(bnr: sîmir rûdan)
(bnr: yunuş dişkaya)
(bnr: olgun eren)
(bnr: rizgar akan)
(bnr: xem)
(bnr: qeydubend)
(bnr: jehrmar)

Di nav koman de jî

(bnr: siya Şevê)
(bnr: lawjê)



23.04.2020 20:23 ~2020.04.30 11:33 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» hunermendên kurd ku di sala 2020’an de koça dawî kirine
» kurdên ku tirşikê dixwînin lê nanivîsin
» yên ku xaniyekê dikin mal
» hêjaye kerkî tevî barê xwe
» şopînerên kurd çima kêmin ?
» waneyên fêrbûna zimanê hêbrî ( îbranî )
» zêde nîşandana peyamên tirşikê

Kategoriyên mijarê:: huner huner huner
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî